Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
999 roj in ku Nedîm Turfentê rojnameger di girtîgehê de ye. Sê rêxistinên parastina mafê xwe-îfadekirinê, diyar kirine ku ew piştgirên wî ne.
Bixwîne - Nûçegihanê DÎHAyê Nedîm Turfent Hat Girtin
Sê rêxistinên name nivîsî ev in: Enstîtuya Navneteweyî ya Çapemeniyê, PENa Navneteweyî, Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê.
Namenivîsan diyar kiriye ku:
“Me îro ji bo ji te re diyar bikin ku tu nebi tenê jî ji te re nivîsî. Em piştgirên te ne. Da ku em bixwazin tu demildest û bê şert û merc serbest bibî me gengê xwe gihandiye hev.
Bitikîne – Dadkirina rojnamegeran
Kampanya hatiye destpêkirin û bi hezaran kesan îmze kiriye. Sibeyê(5ê Sibatê) di 1000 rojiya girtîbûna Turfentî de name dê teslîmî wî bê kirin.
123 rojnameger girtî ne
Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê eşkere kiriye ku li gor jimarên 1ê meha yekem a 2019ê li Tirkiyeyê 123 rojnameger ji ber karên rojnamegeriyê bi dozên siyasî hatine girtin û di girtîgehan de ne. Ji wan 123 rojnamegeran, dadgehan ji bo 47 kesan biryar daye, 34 rojnameger hêj dihatin dadkirin. Lêpirsîn li ser 30 rojnamegeran hatibû vekirin. Parêzerên 12 rojnamegeran ji bo dozê daxwaz ji dadgeheka bilind kiriye û li benda bersivê ye.
Di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de heft rojnameger hatine girtin. Dadgehan ji bo çar rojnamegeran hikmê/biryara girtinê daye (Murat Aksoy, Atilla Taş, Kibriye Evren û Rojhat Doğru). Sê rojnameger jî di wan sê mehan de çûne di girtîgehê de û derketine (Hakan Gülseven, Berivan Bila, Sedat Sur).
Sê rojnamegerên girtî di van sê mehan de bi kontrola edlî serbest bûne: Max Zirngast, Ece Sevim Öztürk û Şirin Kabakçı.
Çi bûbû?
Di 12ê Gulana 2016ê de wesiyate ku Nedîm Turfent têde bû, li ketina Wanê hat sekinandin û ew hate desteserkirin. Turfent di 13ê Gulanê de piştî îfadeya xwe ya Dozgeriya Geverê, ji hêla dadgehê ve bi îdiaya ku "endamê rêxistinê" ye hat girtin.
Di vê navberê de li ser hin hesabên medyaya civakî, parvekirinên ku gef li Turfentî dixwarin hatin belavkirin.
(HA/MB)