12 saziyên zimanê kurdî, êrîşên ku di van demên dawiyê li kesên bi kurdî diaxivin tên kirin û qedexekirina bernameyên çand û hunerê yên bi kurdî, şermezar kiriye.
Saziyan daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û diyar kiriye ku “tekane rê ji bo pêşîgirtina li êrişên bi vî rengî û pûçkirina wan ew e ku em xwedî li zimanê kurdî derkevin û her doza perwerdeya bi zimanê kurdî bikin.”
Daxuyaniya saziyan bi vî rengî ye:
“Van rojên dawîn çalakiya bi navê ‘Çîrokên Xoresanê’ ku dê ji hêla Navenda Çanda Mezopotamyayê ve di 17ê Hezîranê de li navendeke çandê ya Şaredariya Mezin a Stenbolê bihata lidarxistin, bê ku tu sedemek were nîşandan, ji hêla qaymeqamiyê ve hate qedexekirin. Du roj piştî vê qedexekirinê di 19ê Hezîranê de şanoya bi navê ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ ji hêla Qaymeqamiya Tetwanê ve bê ku tu sedemek were nîşandan, hate qedexekirin. Tevî van qedexekirinan, di 21ê Hezîranê de hin kesan li bajarê Trabzonê êrişî karkerên kurd kiriye bi hinceta ku li stranên kurdî guhdar kirine.
“Bi destê qaymeqamî û qeyûman êrişî zimanê kurdî dikin û qada kurdî ya heyî jî tengtir dikin. Ev êrişên ku li kurdî tên kirin parçeyekî polîtîkayên asîmîlasyon û krîmînalîzekirina zimanê kurdî ye. Di asta navneteweyî de ev cure polîtîka wek qirkirina zimanî û çandî tên binavkirin. Bi awayekî berdewam li hember zimanê kurdî polîtîkayên bi vî rengî têne cîbicîkirin. Ev polîtîkayên wiha li tu welatekî bi ser neketine, ew ê li hemberî zimanê kurdî jî bi ser nekevin.
“Qedexekirin û krîmînalîzekirina zimanekî aştiya nav civakê xera dike, hebûna demokrasiyê û çanda hevqebûlkirinê ji holê radike. Divê dest ji van polîtîkayan bê berdan.
“Em wek saziyên ku li ser zimanê kurdî xebatan dikin, em van êrişan şermezar dikin û destnîşan dikin ku tekane rê ji bo pêşîgirtina li êrişên bi vî rengî û pûçkirina wan ew e ku em xwedî li zimanê kurdî derkevin û her doza perwerdeya bi zimanê kurdî bikin.”
Saziyên ku daxuyanî daye ev in:
Enstîtuya Kurdî ya Amedê – Amed
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – Stenbol
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê – Îzmîr
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan – Sêrt
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê – Êlih
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê – Amed
Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê – Wan
Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek – Cizîr
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Enqayê – Enqere
Kovara Destar – Amed
(FD)