Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziyên civaka sivîl, di 11ê Çiriya Pêşiyê ya 2022yan de derbarê doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ji Dadgeha Destûra Bingehîn re nêrîna xwe weke ya aliyê sêyem pêşkêş kiriye. Saziyan derbarê nêrîna xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Navê van saziyan di metnê de heye: ARTICLE 19, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Yekîtiya Hiqûqnasên Ewropayî ya ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiya li Cîhanê (ELDH), Parêzerên Demokrat ên Ewropayî (AED), Komeleya Mafên Mirovan (IHD), Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW), Komîsyona Hiqûqnasan a Navnetewî (ICD), Federasyona Mafên Mirovan a Navnetewî (FIDH), Komeleya Înîsiyatîfa Mafan û Projeya Piştgiriyê ya ji bo Dozên Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TLSP).
DMMEyê di biryarên xwe de gotibû, maf hatine binpêkirin
Saziyên civaka sivîl îro daxuyanî weşandiye û doza girtina HDPyê weke mînaka dawî ya beriya hilbijartina parlamenteran û Serokomariyê a li dijî mezintirîn partiya duyem a mixalefetê û pêkanînên gelekî bipirsgirêk ên derbarî girtina partiyên siyasî de penase kiriye.
Saziyan di daxuyaniya xwe de bal kişandiye li ser biryarên girtina partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û wan gotiye ku divê doza girtina HDPyê jî di nava vê mijarê de bê nirxandin. Her weha diyar kirine ku ev pêvajoyeke gelekî kevn e û ev kevnbûn bi rengekî taybet ji welatên din ên Konseya Ewropayê cuda ye û hatiye diyarkirin ku gelek caran Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin.
DMMEyê 7 dozên ku di vê mijarê de li Tirkiyeyê hatine vekirin, lêkolîn kiriye û derketiye holê ku di 6 biryarên dozên girtina partiyên siyasî de Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin.
Rayedarê Projeya Piştgiriyê ya ji bo Dozên Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TLSP) Phliph Leachî derbarê doza girtina HDPyê de destnîşan kiriye ku, bêyî sedemên mecbûrî hebin, girtina partiyeke siyasî dibe sedema binpêkirina gelek mafan û ev di heman demê de êrîşeke li ser demokrasiyê ye.
Di 41 salan de 19 partî hatine girtin
Dadgeha Destûra Bingehîn ji sala 1982yan û vir ve biryara girtina 19 partiyan daye. DMMEyê lêkolîna heft dozan kiriye û di şeşan de biryar daye ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin.
Di doza girtina HDPyê de herî dawî Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind daxwaz kiribû ku dest deynin li ser hesabên alîkariya xezîneyê yên HDPyê û Dadgeha Destûra Bingehîn jî ev daxwaz qebûl kiribû. Sibê (10ê Kanûna Paşiyê) wê Serdozger derbarê dozê de nêrîna xwe bi devkî pêşkêş bike. Piştî HDP li dijî nêrîna Serdozgerî xwe biparêze, wê Dadgeha Destûra Bingehîn biryara xwe bide.
Di îdianameyê de Serdozgeriyê xwestiye ku HDP bê girtin, 451 siyasetmedar û endamên partiyê ji bo 5 salan nikaribin bi rengekî çalak siyasetê bikin û nikaribin bibin endamên partiyên siyasî û dest deynin li ser mal û milkên partiyê.
Serdozgerî di 7ê Hezîrana 2021an de îdianame amade kiribû ku ji 834 rûpelan pêk hatiye û di îdianameyê de hatibû îdiakirin ku xebatên HDPyê “li gorî daxwazên PKK/KCKyê tên kirin.” (AS/FD)