Şaredariyeka Almanyayê Peykerê Erdoganî rakiriye
Li bajarê Wiesbadenê ya Eyaleta Hessenê ya Almanyayê, di bienalekê de peykerê serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî bi peyama “nûçeya xerab” nîşan dabû. Şaredarîya Wiesbaden peyker rakiriye.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li bajarê Wiesbadenê ya Eyaleta Hessenê ya Almanyayê, di bienalekê de peykerê serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî bi peyama “nûçeya xerab” nîşan dabû. Şaredarîya Wiesbaden peyker rakiriye.
Peyker ji bo bienalekê li meydana “Yekîtîya Almanyayê” hatiye danîn. Li gor rojnameya Der Tagesspiegel plan ew bû ku peyker dê heta 2ê Îlonê bimaya.
Şaredariya bajarê Wiesbadenê diyar kiriye ew destûrê nadin peykerên bi wî rengî bêne nîşandan lê haya wan ji peykerê Erdoganî nebûye.
Şaredariyê diyar kiriye welatiyan li dora peykerî dest bi minaqeşeyan kiriye û “ji bo ewlehiya welatiyan şaredariyê peyker rakiriye.”
(PT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.