Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, kovareka bi navê Kovara Çand û Hûnerê ya Stenbolê – 1453 diweşand.
Di hejmara dawiyê ya kovarê de wêneyê pisîkeka li rexa nivîsa “Erdo-Gone” hat weşandin. Şaredariyê ji ber wêneyê pisîkê yê li rexa nivîsa éErdo-Gone” weşana kovarê sekinandin û berpirsên weşanê ji karî avêtin.
Şaredariyê eşkere kiriye ku “weşaneka bêrêz û hirmet û provakatîf hatiye kirin” û ji ber wê yekê weşan hatiye sekinandin.
Kovara şaredariyê her çar mehan carekê dihat weşandin.
Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Kadîr Topbaşî diyar kir ku ev weşan bi mexseda xerab hatiye kirin û ji ber dîtina vî wêneyî ew mat maye.
Wêneyê li ser kovarê hatî weşandin ji belgefîlma pisîkan hatiye girtin. Danasîna belgefîlmê li jêr e.
Kedi (Nine Lives) Fragman | izlesene.com
(EA/MB)
*Wêne: Medyaradar