Di şeva bîranîna Aram Tîgranî de dê 17 muzîkjenê ji MA Muzîk û Laleş Cafe-Sanatê beşdarî bernameyê bibin. Di bernameyê de wê muzîkjen stranên Aram Tîgranî bistirên.
Bername dê li Navenda Çand û Hûnera ya Amedê li Salona Şanoyê pêk were. Bernamey wê di seet 19.30an da dest pê bike.
Derbarê Aram Tîgranî de?
Aram Tîgran di sala 1934an de li Qamişloyê ji dayik bûye. Bi eslê xwe ermen e. Bi gelek zimanan stranên xwe vegotiye û 55 salan li ser muzîkê xebitiye.
Stranên wî yên bi zimanê erebî, kirmançkî, kurmancî, suryankî, tirkî û ermenkî hene. Bi saya bavê xwe kêfa ji muzîkê re hatiye û eleqeya wî çûye ser. Di 9 saliya xwe da dest bi lêdana ûdê daye.
Piştî sala 1966an çûye Yerîvan, paytexta Ermenîstanê û li Radyoya Yerîvanê 18 salan xebitiye. 1995an da mala xwe biriye Atînayê û jiyana xwe li wir domandiye.
Li ser muzîka kurdî şêwazekî bi navê Aramî ava kiriye. Şêwaza ku ava bûye dişibe muzîkên koroyê ên Ermenan.
Heta sala 1984an li radyoya Yerêvanê xebatên xwe domandiye. Albuma xwe ya 14emîn di 74 saliya xwe da weşandiye û 2009an li Atînayê ji nîşkeva nexweş ketiye û roja 8ê Tebaxê li wir miriye.
Wasîyeta wî ya ku dixwast gora wî li Amedê be, ji hêla desthilatdarê ve hatiye astengkirin û li Amedê nehatiye binaxkirin. Gora wî li Brukselê, payîtexta Belçîkayê hatiye çêkirin û axa ku ji Amedê birine li ser gora wî reşandine. (DD/FD)