Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gundê Şêxkenda navçeya Yenîşehîrê dest bi çêkirina Bulvara Mîr Celadet a 2 hezar û 200 metre dirêj kir.
Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê ya şaredariyê ji bo welatî li cihên niştecihbûnê rastî pirsgirêkên hatinûçûnê nebin xebatên xwe didomîne.
Şaredariyê li ser malpera xwe ya fermî ragihandiye wan di çarçoveya xebatan de çêkirina Bulvara Mîr Celadet a li Taxa Şêxkendê ku li navçeya Yenîşehîrê ye û berdewamiya Bulvara Mehabadê ye, dane dest pê kirin.
Her weha li gorî agahiyên li ser malpera şaredariyê Rêya nû 50 metre firehî û 2 hezar û 200 metre dirêj e, tê payîn ku di mehên pêş de bi dawî bibe û ji trafîkê re bê vekirin.
Îro rojbûna Mîr Celadet Alî Bedirxan e, Mîr Celadet kî ye?
26 Nîsan 2018