Çaremîn danişîna civîna asayî ya meha Tebaxê ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi serokatiya Hevşaredar Serra Bucakê pêk hat.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li ser qerebalixiya çûnûhatina gel, gilî û daxwazên gel, Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin, biryar da ku 82 otobusên kevn bûne bifroşin û li şûna wan 150 otobusên nû bikirin.
Di rapora ku ji aliyê Komîsyona Veguhastinê ve pêşkêşî Meclisê hat kirin de, hat diyarkirin ku 82 otobusan ji ber sotemenî û lêçûnên lênêrînê û tamîrê kevn bûne û li şûna wan 150 otobusên nû bên kirîn, bi yekdengî qebûl kir.