Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo geşkirin û pêşveçûna wêjeya kurdî dê atolyeyên wergerê veke.
Li gorî nûçeya ku li ser malpera Şaredariya Amedê hatiye weşandin, pêşniyara ku di civîna Meclisa Tebaxê de ji bo vekirina Atolyeyên Wergerê hat qebûlkirin, ji Komîsyona Çandê re hat şandin. Rapora ku Komîsyona Çandê ya ji bo avakirina Atolyeyên Wergerê yên di nava şaredariyê de ji bo dîtina wêjeya kurdî amade bike, li Meclîsê hat nirxandin.
Biryar bi yekdengî hatiye girtin
Rapora komîsyonê li Meclîsê bi yekdengî hat qebûlkirin. Bi biryara ku hatiye girtin, armanc ew e ku wêjeya kurdî bi Atolyeyên Wergerandinê were xuyakirin da ku potansiyela wêjeya kurdî derbikeve holê û bingeha berhem û vegotina wêjeyî bigihêje astekê û pêwendiya vê potansiyelê bi wêjeya cîhanê û wêjeyên din re were misogerkirin.