Şaredariya Amedê ji bo ajalên li kolanan wesayîta xesandina mobîl kir xizmetê
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya sepana ku ji bo kontrolkirina populasyona ajalên li kolanê hatiye destpêkirin de, armanc dike stresa ku dema ajal li cihê wan tên girtin, pê dikeve kêmtir bike.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) xebatên xwe yên xwedîderketin û dermankirina ajalan didomîne.
Şaredariyê ji bo kontrolkirina populasyona ajalên li kuçe û kolanên Amedê dijîn, wesayiteke gerok a xesandinê xist xizmetê.
Li ser wesayîtan bi kurdî “Ajal e, Sewal e, Heval e” hatiye nivîsandin.
Wesayîta ku ji bo xebatên xesandinê amûrên pêwîst lê bar kiriye, bi taybetî li herêmên ku ajal lê zêde ne dê bê bikaranîn.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.