Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şaredarê nû yê Dêrsimê, Fatih Mehmet Maçogluyî mezbeteya(encama fermî) xwe stand û îro dest bi karê xwe kir. Ew yekem şaredar e ku ji Partiya Komunîst a Tirkiyeyê hatiye hilbijartin.
Ji bilî Macoglûyî endamên meclîsa şaredariyê jî ji Dadgeha Dêrsimê mezbeteya xwe standine û dê îro dest bi karê xwe bikin.
Wezareta Karên Navxweyî, 17ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê ji bo şardariyê qeyûm şandibû.
Sala 2014ê Ji Partiya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Mehmet Ali Bul bûbû şaredar. Wezareta Karên Navxweyî, li şûna Bul, cihgirê walîyê Dêrsimê Olgun Öner erkdar kiribû.
Encama Hilbijarina 31ê Adarê hatî kirin ev bû:
Fatih Mehmet Maçoğlu (TKP) – 5587 deng
Nurşat Yeşil (HDP) – 5.069 deng
Yusuf Kenan Aydın (CHP) – 3699 deng
Gökhan arasan (AKP) – 2526 deng
Mücella Saler (MHP) – 627 deng
(EKN/MB)