Fotograf: muskarahaber.com
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rasîm Ari, Şaredarê Nevşehîrê him ji partiya xwe Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) him jî ji şaredariyê îstifa kiriye. Hatiye diyarkirin ku Navenda Giştî a AKPê xwestiye Ari îstifa bike.
Rasîm Ari, daxwaznameya îstifayê radestî Walitiya Nevşehîrê kiriye û sedema îstifaya weke pirsgirêkên tenduristiyê daye nişandan.
Ari, bi îddiayên ku li ser gendeltiyên şaredarê qonaxa berê yê AKPê lêkolîn kiriye, ji bo ku îstifa bike zext lê hatiye kirin.
Arî piştî îstifa kiriye li Navenda Çandê ya Kapadokyayê daxûyanîya çapemeniyê daye.
(HA/AY)