Şaredarê Beykozê Alaattin Koseler hat desteserkirin

Şaredarê Beykozê Alaattîn Koseler bi îdiaya ku "di îhaleyê de hîle kiriye" û "wezîfeya xwe ji bo tiştên xirap bikaraniye" hat desteserkirin.
Di çarçoveya operasyona ku ji aliyê Rêvebiriya Polîsan a Stenbolê ve hat lidarxistin de Koseler desteserkirin û birin emniyetê.
Di dema desteserkirinê de polîs û ekîbên hêzên taybet li ber avahiya şaredariyê tevdîrên ewlehiyê girtin.
Her wiha Serdozgeriya Komarî ya Beykozê ya Stenbolê ji bo 4 gumanbaran jî bi îdiaya "di îhaleyê de hîle kirine" biryara desteserkirina wan da.
Li gor nûçeya AAyê, ji bo 17 gumanbaran bi îdiaya ku "di îhaleyê de hîle kirine" û "ji bo sûc pêkbîne rêxistin ava kirine”, “endamtî û alîkarîya rêxistinê” biryara zeftkirin û desteserkirina hatiye dayîn.
Serokê Bajarê Stenbolê yê CHPê Ozgur Çelîk li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî biryara desteserkirinê daye. Çelîk diyar kir ku Koseler di saet 04.00ê şevê de bi serdegirtina polîsan de hatiye desteserkirin û weha got:
"Yên ku difikirin bi van hewldanên pûç dikarin Partiya Komarî ya Gel rawestînin, gelek şaş in. Hûn çi dikin bikin, namzedê serokomariyê yê CHPê dê bibe serokomarê Tirkiyê. Em li gel serokê xwe ne. Em ê bi parêzer û rêxistina xwe pêvajoyê bişopîne.”
(EMK/AY)