Di operasyona bertîl û gendeltiyê de ji bo şaredarê navçeya Beşîktaşa Stenbolê Riza Akpolat biryara desteserkirinê hat derxistin. Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Riza Akpolat li Balikesîrê hat desteserkirin.
Her wiha ekîbên Rêvebiriya Şaxa Têkoşîna Li Dijî Sûcên Malî ya Stenbolê çûn Şaredariya Beşîktaşê û di odeya Akpolat de lêgerîn û lêkolîn pêk anîn.
Polîsan li derdora avahiya şaredariyê tedbîrên ewlehiyê girtin. Polîs nasnameyan xebatkarên şaredariyê kontrol dikin û bi vî awayî xebatkar dikevin şaredariyê.
Di dosyayê de navê Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ê ku hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin jî heye.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê daxuyanî daye û gotiye, rêxistina sûcan a bi serkêşiya Azîz Îhsan Aktaş li şaredariyan bertîl daye şaredar û rêveberên şaredariyan û îhale organîze kirine.
Serdozgeriyê di daxuyaniyê de diyar kir ku piştî hat tesbîtkirin, rêxistina sûc îhale ji fîrmayên xwe re girtine, lêpirsîn hatiye destpêkirin û gumanbar bi qasî 3 mehan hatin şopandin.
Li gor nûçeya AAyê di daxuyanîyê de hatiye gotin ku Şaredarê Beşîktaşê Riza Akpolat, endam û Serokê Şîrketa Bazirganî û Pîşesaziyê ya Beltaşa Şaredariya Beşîktaşê jî di nav de derbarê 10 kesan de bi tohmeta ku "endamên rêxistina sûc in", "di îhaleyê de gendeltî kirine" biryara desteserkirinê hat dayîn.
Her weha di encama lêpirsînê de serokê şaredariyan û birêvebirên payebilind ên şaredariyan jî din nav de ji bo 47 kesan biryara desteserkirinê hat derxistin.
Li gorî daxuyaniya serdozgeriyê, operasyona îro sibehê saet 05:00an bi awayekî hevdem dest pê kiriye.
Serokê CHPê yê Bajarê Stenbolê Çelîk bertek nîşanî biryarê da û got ku hûn nikarin serê feqîrtiyê, bêçaretiyê û qêrîna gel a welat zêde bûye, bi vî awayî binuxumîne.
Şaredarê Stenbolê Îmamoglû jî têkildarî mijarê destnîşan kir ku yên ku niyeta wan ne hiqûq e, dê rêbaza wan jî hiqûqî nebe.
(EMK/AY)