Buse li Girtîgeha Tîpa F a bi Hejmara 1 a Kocaeliyê girtîye.
Sara Kolektîfê ji bo jina trans ya girtî Buse Aydinê banga piştgiriyê kir. Ji ber tercîha wê ya zayendî destûr nadin derkeve qada hevpar.
Buse li Girtîgeha Tîpa F a bi Hejmara 1 a Kocaeliyê girtîye.
"Di şert û mercên tecrîdê de ji bo zayendê têdikoşe"
Banga Sara Kolektîfê a ji bo mijarê wiha ye:
“Birina wê ya ji bo nexweşxaneyê bi hincetan tên paşxistin û mixabin ji derfetên aborî jî bê par e. Ji ber ku Buse bi cezayê muebbetê hatiye mehkûmkirin, hema bêje derfetên wê yên têkilî danînê nîn in. Midûriyeta girtîgehê rê nade ku bi hevalên xwe re derkeve qada hevpar, pêvajoya adaptasyona laşî weke hincet nîşan dide."
"Buse di şert û mercên tecrîdê de ji bo nasname û zayendê têdikoşe û di vê pêvajoyê de rastî gelek zehmetiyên aborî tê."
“Ji bo ku di van şert û mercên giran de rû bi rûyê zihmetiyên aborî nebe û ji bo ku zêdetir şert û mercên mirovî yên girtîgehê çêbibe, pêdiviya wê bi piştgiriyê heye. Em weke Sara Kolektîf bang li hemû rêxistinên sivîl û raya giştî dike."
(EMK/AY)