Cîgirê Serokê Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan, di 28ê Kanûna Pêşiyê de li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.
Buldan û Onder piştî hevdîtinê dest bi serdanên partiyên siyasî yên li Meclisê dikin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Şandeya DEM Partiyê ku Ahmet Turk jî wê di nav de cih bigire, wê di nava rojê de bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re hevdîtinê bike.
Şandeya ku ji Pervîn Buldan, Onder û Turk pêk tê, piştî temamkirina serdanên xwe yên bi partiyên siyasî re, dê biçin serdana rêxistinên civaka sivîl, sendîka, rêxistinên ked û pîşeyî û derdorên civakî.
Hat zanîn ku dê di serdanan de nêrîn û pêşniyar bên nivîsandin û piştî serdan bi dawî bûn, şande dê daxuyaniyeke berfireh parve bike.
Bernameya serdanê weha ye:
13:30 - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş
Cih: Meclis
15:00 - Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî
Cih: Meclis