Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo cara duyemîn bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, serî li Wezareta Dadê da.
Hat zanîn ku şande wê bi dosyayeke ku nêrîn û pêşniyarên partiyên siyasî tê de ne, biçe Îmraliyê.
Çi bûbû?
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 23ê Cotmeha 2024an de di çarçoveya hevdîtina malbatê de piştî 43 mehan cara yekemîn bi biraziyê xwe Omer Ocalan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê re hevdîtin kir. Ocalan di hevdîtinê de destnîşan kiribû ku tecrîda li ser wî didome û weha gotibû, "Ger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîkî heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derxînim ser qada hiqûqî û siyasî."
Piştî hevdîtinê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku di 6ê Mijdara 2024an de 6 meh cezayê nû yê qedexekirina hevdîtinê li Ocalan hatiye birin.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya 26ê Mijdarê de got, "Em li bendê ne ku di navbera Îmraliyê û koma DEMê de rû bi rû hevdîtin bên kirin."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bersiva banga Bahçelî da û got, "Em weke hevserok dixwazin biçin hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bike û tevkariyê li aştiya vî welatî bikin."
DEM Partiyê ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike heman rojê serî li Wezareta Dadê da.
Wezareta Dadê piştî mehekê bersiva erênî da serlêdana DEM Partiyê û Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28ê Kanûnê de li Girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Piştre Ahmet Turk jî tevli şandeyê bû. Li ser daxwaza Ocalan Onder, Buldan û Ahmet Turk bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan kirin.
(RT/AY)