Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar du bi şev beşdarî bernameyeke kanala Halk TVyê bûye û pirsên rojnamegeran bersivandiye.
Sancarî di bernameyê de aşkere kiriye ku ew ê bi navê HDPyê nekevin hilbijartinê û di bin navê Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartina parlamenteriyê:
“Gelek caran ji me dipirsin, ka gelo ji niha û pê de li parlamentoyê em ê nexşerêyeke çawa deynin ber xwe. Doza girtinê heye. Ev stratejiyeke desthilatê ye ku bi zanebûn dike. Dema doz hate vekirin jî me heman tişt got: Wê ev vê dozê dirêj bikin heta dema hilbijartinê.
“Ji hezarî yek riska girtinê hebe jî em bi xwe xwe naxin vê rîskê. Vê ne weke pirsgirêka partiyê binirxînin. Wê bikeve hilbijartina herî krîtîk a dîrokî. Pêvajoya hilbijartinê gelekî girîng e. Dema ev desthilatdarî hate guhertin ji bo guherîna demokratîk pêk bê, li gorî baweriya me û tifaqên me, misogeriya herî mezin em in. Mafê me û şense me nîne em ji hêzeke bi vî rengî mizin bêpar bihêlin.”
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind beriya niha bi demekê lîsteya dawî aşkere kiribû ku ya partiyên wê bikaribin bikevin hilbijartinê bû. Di vê lîsteyê de Partiya Çep a Kesk jî hebû. (AEK/FD)