Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, li Dibistana Seretayî ya Ayten Şaban Dîrî ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê bi hevjîna xwe Ceren Sancar re dengê xwe daye.
Sancar piştî dengê xwe daye li baxçeyê dibistanê axivîye. Sancar, bal kişandiye ku divê teqez herkes biçin ser sindoqan û wiha gotiye:
“Bila herkes biçe ser sindoqan, teqez dengên xwe bidin ji ber ku ev tenê ne hilbijartina Serokkomariyê ye. Em ji bo pêşeroja Tirkiyeyê deng didin. Ez bawer dikim ku wê bibe wesîleya pêşerojeke azad. Dengdayîn tê re nake. Parastina dengê xwe herî kêm weke dayîna deng girîng e. Em li bendê ne ku hilbijêr jî weke peywîrdarên sindoqan tevbigerin. Divê hilbijêr ji bo parastina deng û vîna xwe heta dawiyê peywîra xwe bi cih bînin. Em ê sibê ji rojeke din re çavên xwe vekin. Em ê di rêya ji destpêkeke nû re tê vekirin de bi hev re bimeşin.”(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê