Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Desteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî êrîşa nîjadperest a li Konyayê ya li ser malbateke kurd, duh bi şev (30ê Tîrmehê) li navenda xwe ya giştî ya li Enqereyê civiyaye. Di navbera civînê de Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê HDPyê civînek çapemeniyê li dar xist.
Sancarî di axavtina xwe de destnîşan kir ku desthilat demeke dirêj e di ser HDPyê re kurdan dike hedef û zimanekî nefretê bi kar dîtine: "Desthilat daxuyaniyên wisa dide ku zemîna polîtîkayên komkujiyê amade dike. Tê bîra me hemûyan, demeke berê şirîkê biçûk ê desthilatê daxuyaniyek dabû. Wê çaxê jî me ew hişyar kiribûn. Ev ziman, ev feraset, ev polîtîka li Tirkiyeyê jiyana hevpar bi jehrê dixe, jiyana hevpar dînamît dike.
Bixwîne - Li Konyayê êrişa nijadperest: 7 kes qetilkirine
Plana aloziyê
"Me roja ku hevrêya me Denîz Poyraz hat kuştin jî got. Zemîna bû sedema kuştina hevrêya me Denîz Poyraz, xwe disipêre heman feraset û heman polîtîkayê û heman zimanî."
Sancarî, bilêv kir ku ev mesele tenê ne têkildarî êrîşên li ser HDPyê ye, ev kampanya xwedî kokine kûr in: "HDPyê dikin hedef, lê di ser HDPyê re li hemberî gelê kurd polîtîkayeke komkujiyê ya sîstematîk pêk tînin. Çend roj berê li Afyon, Enqere û Konyayê êrîşên nîjadperest ên bi heman rengî çêbûn. Me tim diyar kir, ev berdewama êrîşa hov a li hemberî hevrêya me Denîz Poyraz in. Jixwe îqtidar di vî warî de tişta jê dihat payin kir. Yanî ji dêvla pêşî li ber van êrîşan bigire, rabû polîtîkayên zemîna van êrîşan xurtir dike esas girt. Em şaş neman. Ji lew re em baş dizanin berpirsiyarê sereke yên van êrîşan îqtidar e."
Sancar, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dê li hemberî van êrîşên nîjadperest ên li hemberî gelê kurd têkoşîna wan bi biryardarî bidome û li dijî polîtîkayên nefretê û planên komkujer îşaret bi têkoşîneke hevpar kir.
“Kurd ne bi tenê ne”
Sancarî wiha dewam kir: "Em aşkere dibêjin. Gelê kurd bi ti carî ne bi tenê ye. Gelê kurd ne ew gel e ku ji ber van êrîşan bitirse. Em HDP, ku vîna vî gelî temsîl dikin, em ê di hemû şert û mercan de mafê jiyanê yê gelê kurd biparêzin."
Sancarî anî ziman ku îro wê heyeteke mezin pê re biçe Konyayê û got: "Em bang li serokên partiyên muxalefetê û hêzên demokrasiyê dikin ku sibê ew jî bên Konyayê. Ez hemûyan vedixwînim nav biryardariya ji bo parastina jiyana wekhev û hevpar. Dê têkoşîna me bi biryardarî bidome.
“Ev êrîşên nîjadperest cesaretê ji polîtîkayên cihêkar û nîjadperest ên îqtidarê digirin. Ev bûyer ne bûyerine şexsî, husûmetê û hêrsê ne. Berevajî vê, pêkanînine hov û planine sîstematîk in ku gav bi gav pêk tên. Em bi hev re li dijî faşîzmê û nîjadperestiyê rabin û jiyana demokratîk biparêzin." (NÖ/FD)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya