Nûbiharê Salnameya 2024an weşand. Salnameya îsal bi 8 kartonên cuda hatiye amadekirin ku ew ev in: Qesra Mestûre Erdelanî-Sine, Medreseya Sor-Cizîr, Mizgefta Mezin-Amed, Qesra Îshaq Paşa-Bazîd,
Bedîûzeman, Selaheddîn Eyûbî, Şerefxanê Bedlîsî û 5 Zanyarên kurd (Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî, Baba Tahirê Uryan).
Li pişt rûpelên salnameyê zanyariyên derbarê navdarên kurd, navdarên cîhanê, edebiyata cîhanê, agahiyên olî, bûyerên girîng yên li ser kurdan û yên ku li cîhanê qewimîne, pêkenokên kurdî, xeberoşkên demsalê, helbestên ji edebiyata kurdî û li pêş rûpelan jî gotinên navdar û yên pêşiyan, şîroveyên ayet û hedîsan, bûyerên di wê rojê de qewimîne û wextên nimêjê cî hene. (FD)