Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgeha Pragê hevserokê berê yê Partiya Yekîtîya Demokratîk(PYD), Salih Mûslîm serbest berda.
Parêzerê Salih Mûslîmî Miroslav Krutinayî da zanîn ku ew serbest e. Hatibû diyarkirin ku Salih Mûslim di bûltena sor a Interpolê de ye. Eşkere bû ku ew agahî ne rast e.
Hevpeymana Ewropayê
Li gor hevpeymana Ewropayê ji bo şandina welatiyekê/î ji bo welatekê dî, divê wî/wê kesê sûcek welê kiribe ku di qanûnên herdu welatan de jî wek sûc bê qebûlkirin.
Prof. Dr. Mesut Hakkı Caşınî ji rojnameya Guneşê re gotiye ji ber ku Çekya yek ji welatên Yekîtîya Ewropayê(YE) ye, pîvan dê qanûnên YEyê bin û mûzakere dê demekê dirêj bigire.
Çi bûbû?
Di 17ê Sibata 2016ê de li cihê ku Meydana Înonîyî û Cadeya Dîkmenê digihîne hev, di siet 18.30ê de êrîşek li wesayita leşkerî hatibû kirin.
Di êrîşê de 28 kes miribûn.
TAK(Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê) xwe wek berpirsa êrîşê nîşan dabû.
Di 22yê Çiriya Paşiyê ya 2016ê de, biryara girtinê ji bo 48 kesan hatiye dayin ku hevserokê PYDyê, Salih Mûslim û 5 fermandarên pile-bilind ên PKKyê Zûbeyîr Aydar, Remzî Kartal, Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Fehman Huseyn jî tê de ne.
Salih Mûslîm di 26ê Sibatê de li Çekyayê hatibû desteserkirin û Tirkiyeyê xwestibû ji bo Tirkiyeyê bê şandin.
(HK/MB)
Çavkani: Reuters, Ajansa Anadoluyê