Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Standart&Poor'sê di 27ê Kanûna Paşiyê de, di rapora nîşandana pleya kredî-danê de nota kredîyan a Tirkiyeyê kêm kir. Ji bilî kêmkirina kredîya wî welatî nota çar banqeyên wê yên bi navê İş, Vakıflar, Yapı ve Kredi û Garanti kêm kir.
Notên nû yên banqeyan ev in:
Banqeya Îşê ya Tirkiyeyê, ji BB(li cihê xwe sekinî) bû BB/Negatîf(kêmî BByê).
Banqeya Vakiflarê, ji BB(li cihê xwe sekinî) bû BB/Negatîf(kêmî BByê).
Banqeya Garantîyê ji BB(li cihê xwe sekinî) bû BB/Negatîf(kêmî BByê).
Standart&Poor'sê nota Tirkiyeyê jî kêm kiribû
Standart&Poor'sê di 27ê Kanûna Paşiyê de nota Tirkiyeyê kêm kiribû û eşkere kiribû ku hewildanên Banqeya Navendî ya Tirkiyeyê dikare ekonomiyê ranegire. (HK/MB)