Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Pêşnûmeya derbarê êrîşa bi çekên kimyewî ya di 4ê Nîsanê de li ser bajarokê Xan Şêxûnê ya bajarê Idlibê ya Şirnexê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî de hat nîqaş kirin. Lê Rûsyayê di dengdanê de pêşnûme veto kir û ji ber wê jî ev pêşnûme nehate qebûlkirin.
Pêşnûme ji hêla DYA, Îngiltere û Fransayê ve hatibû amadekirin.
Rûsyayê cara 8a ye ku mafê vetoyê ji bo Sûriyeyê bikar tîne.
Metna pêşnûmeyê
Di metna pêşnûmeyê de ji ber “êrîşa kimyewî” Sûriyê tê şermezarkirin. Tê xwestin ku ji bo lêpirsîna êrîşê, rêveberiya Sûriyê havkariyê bike û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî karibin li qadê lêkolînê bikin.
Di dema dengdanê de ligel Rûsyayê endama demkî ya KENYyê Bolivyayê jî dengê na bikar anî.
Çîn û endamên demkî Etiyopya û Kazakistan jî bêalî man.
DYA, Çîn, Rûsya, Îngiltere û Fransa 5 endamên daimî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî ne. Yek ji van welatan mafê xwe yê vetoyê bikar bînin, pêşnûmeyên tên pêşkêşkirin nayên qebûlkirin.
Digel 5 endamên daimî 10 endamên demkî hene ku her ji 2 salan carekê diguherin. (YY/FD)
Çavkanî: Dengê Amerîkayê, BBC Tirkî, Deutsche Welle Tirkî