Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglûyî gotibû ku heke bê îspatkirin Tirkiyeyê alîkariya DAIŞê kiriye, ew ê dest ji karê xwe berde.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Maria Zaharovayê ji Çavûşoglûyî re gotiye: ‘’ Ji ber alîkariya DAIŞê divê mirov ne dest ji karê xwe berde, divê mirov bê girtin.’’
Li gor nûçeya Sputnikê Zaharovayê gotiye ‘’Divîya piştî ku Tirkiyeyê firokeya Rûsyayê xist te dest ji karî berdaya, weke din ji ber alîkariya DAIŞê divê mirov ne dest ji karî berde divê mirov bê girtin.’’
Çi hatibûn gotin?
Rûsyayê dîyar kiribû Tirkiye alîkariya DAIŞê dike. Tirkiyeyê ji bo alîkarîdayinê rêyek li ser sînorê Sûriyeyê çêkiriye.
Çavûşoglûyî jî gotibû: ‘’ Heke we tenê yek delîl jî hebe ku nîşan bide me arîkarî daye, ez amade me dest ji karê xwe berdim. ‘’(YY/MB)