Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Beşa Rewşa Lezgîn a Ûkraynayê, aşkere kiriye ku Artêşa Rûsyayê vê sibê bi moşekan êrîşî bajarê Xarkîvê kiriye. Li gorî daxuyaniyê, ziyan gihîştiye avahiya walîtiyê, Qada Azadiyê ya ku avahiya walîtiyê lê ye û çendîn avahiyên din. Rayedarên ûkraynî diyar kiriye ku di encama êrîşê de yek jê zarok, 6 sivîl birîndar bûne.
Waliyê Xarkîvê Oleh Synyehûbovî jî gotiye ku duh seranserê şevê rûsan bi moşekan êrîşî bajarî kirine û di 24 saetan de agir bi 24 ciyan ketiye. Waliyî diyar kiriye ku wan ew agir vemirandine û hinek sivîl mirine û birîndar bûne.
Alîkariya leşkerî ji Ûkraynayê re dişînin
Serokwezîrê Awistralyayê Scott Morrisonî aşkere kiriye ku ji Ûkraynayê re bi bihayê 105 milyon dolarê awistiryayî (75 milyon dolarê amerîkî) kelûpelan bişînin ku 70 milyon dolarê wê ji bo kelûpelên leşkerî ye. Li gorî daxuyaniya Morrisonî di nava kelûpelên leşkerî deçek, cebilxane û moşek jî hene.
Awistirya destûrê nade Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û endamên daîmî yên Desteya Ewlekariyê yên Rûsyayê bikevin welatê wan ku van kesan berpirsê şerê heyî dibînin.
Wezareta Çand û Sporê ya Yewnanistanê aşkere kiriye ku wan bernameya “Baleya Gola Qulingan” a wê 6ê Adarê li Salona Konsera Atînayê pêk bihata, betal kiriye.
*Nexşe: AA
Wezîr Akarî bal kişandiye ser “Montro”yê
Wezîrê Berevaniyê, Hûlûsî Akarî duh piştî civîna Desteya Wezîran pirsên rojnamegeran bersivandiye. Akarî gotiye ku lawazkirina Peymana Montroyê wê ne li gorî berjewendiya ti kesî be: "Weke ku heta niha me kiriye em ê dîsa xalên 19, 20 û 21ê yên Peymana Geliyan a Montroyê pêk bînin.”