Rûsya: Hevdîtinên li Cenevreyê hat talûqkirin
Hatibû plankirin ku li Cenevreyê di 8ê Sibatê de, hevdîtinên ji bo aştiyê bêne kirin. Rûsyayê eşkere kir ku hevdîtin ji bo dawiya Sibatê hatiye bi paş de dan.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dihat plankirin ku li Cenevreyê di 8ê Sibatê de, hevdîtinên ji bo aştiyê bêne kirin.
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrovî eşkere kir: “hevdîtinên hatibû plankirin ku di 8ê sibatê de bên kirin dê di dawiya Sibatê de bên kirin.”
Lavrovî eşkere nekir ka ji ber çi hevdîtin hatine bi paş de dan.
Hevdîtinên ji bo aştiyê di Nîsana 2016ê de hatibû kirin.
Pêvajoya Astanayê
Tirkiye, Îran û Rûsyayê li bajarê Astanayê yê Kazakîstanê ji bo li Sûriyeyê aştiyek pêk bê digel mûxalifan dest bi hevdîtinan kiribû.
(YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.