Rûken Yilmazê straneke Yûsifê Çelebiyî straye: Yadê
Yilmazê hunermend Yûsifê Çelebî strana bi navê “Yadê” şîrove kiriye. Nûrhak Kilagozî aranjoriya stranê kiriye.

Rûken Yilmazê strana xwe ya nû weşandiye. Navê strana Yilmazê “Yadê” ye. Stran, straneke Yûsifê Çelebî ye ku bi gelek stran kiriye milkê kurdî.
Yilmazê strana “Yadê” bi aranjoriya Nûrhak Kilagozî şîrove kiriye. Cem Aksel, Cem Dînler, Anil Çîfter ve Devrim Ozlukî di stranê de li amûrên mîna drum, keybord, bas û tembûrê dane.
Rûken Yilmazê her weha ji bo stranê klîbek jî çêkiriye û li ser hesabê xwe yê YouTube-ê weşandiye. Elîf Maralê derhêneriya klîbê kiriye.
(FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.