Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di civîna dawiya salê ya Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTÛK) de biryara cezakirina Halk TV, Fox TV û TELE1 dane.
RTUKê bi tohmeta ku Wezîrê Xezîne û Darayî yê berê, Berat Albayrak biçûk xistiye, Halk Tv ceza kiriye.
Ji ber ku Bariş Terkoglûyî di bernameyekê de beşek ji rapora pişkîner a derbarê Weqfa Nûnê de xwendiye, Halk TV ceza kiriye. Berat Albayrak avakarê vê weqfê ye.
Fox û TELE1 jî cezakirine
Lijneya Bilind bi mehneya ku Saziya Birêkûpêkirinê ya Bazara Enerjiyê (EPDK) biçûk xistiye, Fox TV ceza kiriye. Fox TVyê di bultena xwe ya nûçeyan de daxuyaniya (EPDK)yê ya gotibû "Îro bihayê benzînê zêde nabe" rexne kiribû.
Saziyê di heman civînê de ji ber gotinên Turker Erturk, amîralê teqawidbûyî yê di programa "Qada Demokrasiyê" de bilêv kiriye, televizyona TELE1ê ceza kiriye.
Erturkî di bernameyê de gotiye, "Ji bo dijminatiyê li Ataturkê bikin, avahî li nîvê pîstê çêkirin.".
Hemû biryar bi pirdengî hatine dayîn. Her kanalek wê ji sedî 2yê dahata reklamê weke ceza bidin RTUKê.
Heman kanalan ceza dikin
Çend roj berê, Îlhan Taşçi, endamê RTUKê yê ji kontenjana CHPyê hatiye hilbijartin aşkere kiribû ku, RTUKê di sala 2021ê de 71 caran ceza li Halk TV, Telef, Fox Tv, KRT û Haberturkê biriye. Li gorî heman daxuyaniyê li ser hev 21 milyon û 500 hezar TL cezayê pereyan li van kanalên ku hikûmetê rexne dikin, hatiye birîn. Taşçiyî her weha diyar kiribû ku 100 hezar kesî giliyê kanalên nêzîkî desthilatê kirine lê ti ceza li van kenalan nebirîne. (HA/FD)