Madrid. Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dr. Takeshî Kasaî, Berpirsê Herêma Pasîfîka Başûr ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (RTC/WHO) diyar kiriye û gotiye, tedbîrên ji ber Covîd-19ê hatine stendin êdî têne sistkirin. Ji bo domandina jiyana civakî divê mirov ji jiyaneka nû re amade bin.
Kasaiyî destnîşan kiriye, ku divê vîrusa Covîd-19ê di bin kontrolê de be û bang kiriye, divê pergala jiyanê û ya tenduristiyê li gor vîrusê bê dîzayin kirin.
Cîhan hê rastî rewşa xiraptir nehatiye
Tedros Adhanom Ghebreyesus, Dîrektorê Giştî yê RTCyê di daxuyaniya rojekî pêş ya derbarê Covîd-19ê de eşkere kiriye û gotiye cîhan hê rastî "rewşa xiraptir" nehatiye.
Ghebreyesusî weha axiviye:
"Ev vîrus metirsîdare. Ev vîrus mezintirîn dujminê gel e. Ev vîrus nû ye û xûyê wî weke yê grîba normale. Weke grîba normal pir zû belav dibe. Di heman deme de weke virusa SARS û MERSê kujereke mezine. Kombinasyonekî metirsîdar ê vê vîrusê heye. (PT/AY/FD)