Rojnameya Yenî Yaşamê ji bo 6emîn salvegera damezirandina xwe di bin sernavê “Yenî Yaşam di sala xwe ya 6emîn de bi xwînêrên xwe re tê gel hev” de wê pîrozbahiyê li dar bixe.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê pîrozbahî di 2ê Hezîranê roja Yekşemê saet di 19.00an de li Navenda Kongre û Çandê ya Baglarbaşi ya Şaredariya Uskudarê ya Stenbolê wê bê lidarxistin.
Her weha pîrozbahî wê belaş be.
Ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Baran Bozyel û muzîkjen Kasim Taşdogan derkevin ser dikê.
(AY)