Fotograf: MA
Rojnameya Xwebûnê biryar girtiye ku êdî weşana xwe bi awayê dîjîtal berdewam bike. Rojname wê ji niha û pê de bi awayê PDF li ser malpera xwe weşanê bike.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) ketin û derketina gelek bajaran hatiye qedexekirin û rojname naçe bajaran. Rojname dê pdfên hemû rûpelan li ser malpera xwe biweşîne. Di nivîsa Edîtoriyê de hatiye aşkerekirin ku rojnameya Xwebûnê jî derbasî weşana dîjîtal dibe.
Nivîsa edîtoriyê wiha ye"Silav ji xwînerên xwebûnê re; Ev demek e em li dijî zehmetiyan bi zimanê dayika xwe rojname derdixin. Ev ji bo me kêfxweşî û serbilindî ye. Vîrusa koronayê êdî li seranserê cîhanê berbelav bûye. Di rojên koronayê de jî me got ger hefteyê rojekê be jî em ê hewl bidin xwe bigihînin hezkiriyên zimanê kurdî û agahiyan parve bikin. Bêguman wek xebatkarên rojnameyê me jî hinek tedbîr wergirtin. Kedkarên rojnameyê ev demek e li malên xwe dimînin û li malê xebatên xwe didomînin. Hefteyê rojekê em 3-4 heval tên ligel hev û rojnameyê amade dikin. Korona bûye parçeyek ji jiyana me. Her çiqas mijareke kurewî be ewqas ji mijareke jiyanî ye. Her kes xwe tecrîd dike, civak ji hev dûr dikeve û her tişt dibe online û dîjîtal. Li cîhanê gelek rojname derbasî xebata dîjîtal bûne. Nexweşî gihîştiye asteke wisa ku em jî neçar in hinek biryarên nû werbigirin. Ji vê hefteyê pê ve em ê giraniya xwe bidin ser xebata rojnameya dîjîtal ango online. Em ê dîsa her hefte heman rojê rojnameya xwe amade bikin û li ser malperê xwe bigihînin xwînerên xwe. Em dixwazin hemû dildarên zimanê kurdî li ser malpera www.xwebun.org me bişopînin. Her wiha ji bo arşîva rojnameyê û ji bo kesên ku dixwazin halê kaxiz bi dest bixin û yan jî ji xwe re arşîvan çêbikin, em ê hejmareke kêm li matbaayê çap bikin. Em ê rojnameyê mehê carekê yanê 4 hejmaran bi kargoyê ji xwîneran re bişînin. Kesên ku dixwazin rojnameyê mehê carekê bi giştî bi dest bixin divê nav, paşnav, navnîşan û telefona xwe ji maila me; [email protected] re bişînin. Em mêjî û laşê xwe ji hemû vîrusan paqij bikin." |
(FD)