Rojnameya Haberturkê dê weşana xwe ya çapkirî bisekinîne
Ciner Gruba xwediya rojnameya Haberturkê, diyar kiriye ku ew ê 5ê Tîrmehê roja Înê weşana çapkirî ya rojnameya Haberturkê bisekinîne.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ciner Gruba xwediya rojnameya Haberturkê, diyar kiriye ku ew ê 5ê Tîrmehê roja Înê weşana çapkirî ya rojnameya Haberturkê bisekinîne.
Cinerê ji bo girtina rojnameyê ji bo xebatkarên xwe nameyek şandiye û diyar kiriye, maliyeta rojnameyê zêde bûne-dahat kêm bûne ji ber wê rojnameya Haberturkê dê weşana xwe li ser înternetê bidomîne.
Bixwîne - Berpirsê HaberTurk TVyê hatiye desteserkirin
Ciner Holdîng herweha xwediya televizyonên Show TV, Habertük TV û Blommberg HT ye. Ev demek bû ku dihat îdiakirin rojname dê weşana xwe ya li ser kaxezan bisekinîne. Birêvebirê Ciner Medyayê agahî bi nameyekê piştrast kiriye.
(HA/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.