Rojnameya Cûmhûriyetê 7 rojnameger ji kar derxistiye
Rojnameya Cûmhûriyetê rewşa aboriyê kiriye sedem û 7 rojnameger ji kar derxistiye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li rojnameya Cûmhûriyetê careke din ji ber sedema aboriyê rojnameger ji kar hatine derxistin. Rojnameyê vê carê jî 7 rojnameger ji kar derxistiye.
Kubra Kokluya ku nûçeyên jinan amade dikir, Esra Alûsa di serwîsa ekonomiyê de kar dikir, Altan Yagci, Îlker Guneş Dogan û Dîlek Kiliça ku di serwîsa înternetê de kar dikirin ji kar hatine derxistin.
Rojnamegeran li ser hesabên xwe yên medyaya civakî nivîsandine ku ew ji kar hatine derxistin.
TGS: Em ê pêvajoya hiqûqî bişopînin
Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) debarê mijarê de daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku ew piştgiriyê didin endamên xwe. Her weha diyar kiriye ku ew ê pêvajoya hiqûqî bişopînin.
Di Îlona sala 2019an de ji ber sedema “biçûkbûnê” 25 rojnameger ji kar hatibûn derxistin. (HA/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.