Fotograf: DGF
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê banga tevlêbûna dadgehkirina rojnameger Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Salayê kirine.
Leşkerên derketibûn operasyonê li Şaxê, navçeya Wanê dua guhdî desteser kiribûn û ew ji helîkopterê avêtibûn. Rojnamegeran nûçey avêtina van gundiyan weşandibûn û ji ber nûçeyê ew girtibûn.
Her du saziyan li Amedê, li avahiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê civîneke çapemeniyê li dar xistine û bang li raya giştî kirine ku tevlî danişîna rojnamegeran bibin. Danişîna rojnamegeran wê 2yê Nîsanê pêk were.
Dîcle Muftuoglû û Serdar Altan, Hevserokên Komeleyê û Ayşe Guney, berdevka Platformê li gel komeke rojnamegeran civîn li dar xistine.
Di civînê de pêşiyê Serdar Altan axiviye û gotiye ku rojnameger ji ber karê rojnamegeriyê desteser kirine. Altanî wiha dewam kiriye: “Hevalên me 6 meh in girtî ne. Em jî weke rêxistinên çapemeniyê li benda piştevaniyê ne. Em bang li raya giştî dikin; hevalên me ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatin girtin. Rojnamegerî ne sûc e, karekî pîroz e. Em mafê bidestxistina nûçeyan a civakî diparêzin. Hevalên me ne sûcdar in, rojnameger in. Divê rojnameger ne li girtîgehê li pey nûçeya bin. Divê hevalên me demildest bên berdan.”
Ji bo têkoşînê, bang li jinan kirine
Paşê Ayşe Guneyê diyar kiriye ku wê nûçegîhanî, rojnamegerî û mafê bidestxistina nûçeyan a gelî were dadgehkirin. Guneyê wiha gotiye: “Zextên li ser rojnamegerên jin her ku diçe zêde dibin. Piştî ku hevalên me hatin girtin jî rastî mûdaxaleyeke taybet hatin. Li girtîgehê xistin qawişên zilaman. Li wir paqijî tune bû û di wî hewaya sar de betanî jî nedane wan. Em van pêkanînan weke li rojnamegerên kurd ên jin hatine kirin dibînin.”
Guneyê banga tevlîbûna dadgehkirinê ya 2yê Nîsanê kiriye û bi van gotinan dewam kiriye: “Em bi taybetî hempîşeyên xwe yên jin hemû hempîşeyên xwe vedixwînin. Ji ber ku ev têkoşîn berdewama mîrateya jinê ye. Ne tenê hempîşeyên me yên jin divê rêxistinên jinan ên din jî xwedî derkevin. Em hemû jinan vedixwînin piştevaniyê. Em dixwazin ku demildest ji vê bêhiqûqiyê vegerin û hemû hevalên me bên berdan.”
Dîcle Muftuoglûyê diyar kiriye ku darizandina rojnamegeran erîşa ser azadiya çapemeniyê ye: “Êrîşeke hem li ser rojnamegeran hem jî li ser mafê bidestxistina nûçeyan e. Rojnameger ji ber rastî nîşan dane tên darizandin. Xelata Taybet a Juriyê ya Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepeyî dane Cemîl Ûgûrî ku nûçeya avêtina gundiyan a ji helîkopterê amade kiribû. Ew rastiya ku divê were xelatkirin, mixabin li Tirkiyeyê dibe mijara dadgehkirinê. Rojnamegerên ku ev tişt kirine nûçe niha li nava çar dîwaran tên girtin.
Çi bûbû?
Di 11ê Îlona 2020an de li Şaxê, navçeya Wanê cendermeyan Osman Şiban û Servet Turgut desteser kiribûn. Piştî wê derketibû holê ku Şiban û Turgut li Wanê li nexweşxaneyê tên dermankirin. Ajansa Mezopotamyayê belgeyên derbarê vê bûyerê de weşandibû û gotibû ku Şiban û Turgut ji helîkopterê avêtine. Servet Turgutî piştî demekê can dabû.
Polîsan di 6ê Çiriya Pêşiyê de Adnan Bilen û Cemîl Ugur, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û Şehrîban Abî û Nazan Sala, nûçegihanên Jinnewsê ji ber weşandina vê nûçeyê desteser kiribûn. Her çar rojnameger bi hinceta ku “li dijî dewletê nûçeyên civakî” çêkirine di 9ê Çiriya Pêşiyê de hatibûn girtin. (HA/FD)