Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de di roja Îniya 17ê Kanûna Paşiyê de li Stenbol, Mêrsîn û Wanê 6 rojnameger hatin desteserkirin.
Rojnameger bi daxwaza girtinê ji bo dadgehê hatin şandin.
Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş û Welat Ekîn ên ku li Stenbolê hatibûn desteserkirin, birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Îfadeyên rojnameger Reyhan Hacioglû ku li Wanê û rojnameger Vedat Oruç ê li Mêrsînê di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn desteserkirin jî bi rêya Sîstema Deng û Dîmenî (SEGBÎS) hatin girtin.
Dozger, bêyî îfadeyên rojnamgeran bigire bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeriya Cezê û Aştiyê kir.
Dadgeriyê, ji bo her 6 rojnamegeran jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da.
(HA/AY)