Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnamegerê fransizî Olivier Dubios di Nîsana 2021ê de li Maliyê, welatê Afrîkayê hatibû revandin û 500 roj in dîlgirtî ye.
Li bakurê welêt, rêxistina cîhadîst a Cemaat Nasr el-Îslam û Misilman (JNIM) a bi ser El Kaîdeyê ve Duboisî revandiye. Rojnamegerên Sînornenas (RSF) bang li rayedarên maliyê û fransizî kiriye û gotiye ku ji bo Dubois serbest bibe hewldanan xwe pêşdetir bibin.
Sekreterê Giştî yê RSFyê Christophe Deloire Oliver Dubois weke “li cîhanê tekane fransiziyê dîlgirtî” penase kiriye û gotiye ku her roj girîng in.
Bang li Macronî kirine
Her weha RSF û malbata Duboisî ji bo 500 rojiya dîlgirtina wî bang li Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Koşka Élyséeyê kiriye û gotiye:
“Birêz Serok, gelo wê Olivier Dubois kengî vegere Fransayê? 500 roj in...Hadê em Olivier Duboisî serbest bikin.”
Di sala 2021ê de ew revandibûn
Oliver Dubois di 8ê Nîsana 2021ê de winda bûbû. Di 5ê Gulana 2021ê de vîdeoyek ji 21 saniyeyan pêk tê, hatibû weşandin ku derbarê revandina Duboisî bû. Peyama herî dawî ya Duboisî di 14ê Adarê de hatibû şandin. Duboisî di peyama xwe de daxwaz ji Fransayê dikir ku ji bo ew serbest bibe, kar bikin.
Dubois, li ser navê Liberation, Le Point û Jeune Afriqueyê li Maliyê weke nûçegîhan kar dikir.
D isala 2013ê de du rojnameger hatibûn kuştin
Dîsa li heman herêmê di sala 2013ê de êrîş li dijî Ghislaine Dupond û Claude Verlonê ji bo RFI (Radio France Internationale) kar dikirin, pêk hatibû.
Fransa û Malî bi hev re lêkolîna bûyerê dikin lê digel ku heft sal di ser bûyerê re derbas bûye, hîna jî nehatiye ronîkirin.
Malî di Lîsteya Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya 2022yê ya RSFyê de ji 180 welatan welatê 111ê ye.
*Fotografê dawî yê Oliver Duboisî
(HA/FD)