Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger û Wênesaza girtî Zehra Doganê, wêneyê Sîsê Bîngola 85 salî ya girtî û pitika bi nave Dêrsim ya ku li gel dayîka xwe di girtîgehê de ye xêz kiriye.
Bixwîne - Zehra Dogana rojnameger hat girtin
Wêne, di hesabê medya civakî ya Doganê de bi nivîsa, “ji girtîgeha Tarsûsê weneyekî nû: Pîrtirîn girtiya qawîşê dayîka Sîsê û piçûktirîn pitika girtî Dersîm a 2 salî ” hatiye belavkirin.
“Me encama raporê jê re negot”
Doganê di nameya ku ji Ajansa Mezopotamyayê re şandibû de derbarê rewşa Sîsê Bîngolê de gotiye:
“Karê dayîka Sîsê yê di Saziya Tipa Edlî de xelas bûye. Rapora ku dikare li girtîgehê bimîne dane. Rewşa wê gelekî xirab e, bi berdewamî dikuxe. Bi şev ranazê. Tansîyonê wê gelek bilind e û tu tiştekî naxwe. Nameya ku me rewşa wê tê de nivisîbû dest danîn ser. Bi berdewamî ew xapandin jê re gotin tê ji girtîgehê derbikeve, niha jî dibêjin dikare bimîne. Me jê re negot, em naxwazin ew xemgîn bibe .”
Çi bûbû?
Zehra Dogan dema ku ji Amedê ber bi Mêrdînê ve diçû li ser rêyê hat girtin. Zehra Dogan edîtora JINHAyê(Ajansa Nûçeyan a Jinan) bû. JINHA bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de hatibû girtin.
Bixwîne - "Me straneka kurdî got, ji bo me du meh in ku standin û şandina nameyan qedexe ye"
Li gor nûçeya dihaberê dadgehê ji bo Doganê biryara girtinê daye.
Ji ber karê wê yê rojnamegeriyê û parvekirinên wê yên di medyaya civakî de Zehra Dogan bi sûcê "propagandaya ji bo terorê" hatibû sûcdarkirin.
Zehra Doganê ji ber ku di wê dema li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê derketina derve qedexe bû de, wêneyek xêz kiribû û notên zarokeka 10 salî kiribû nûçe 2 sal 9 meh û 22 roj cezayê girtinê xwaribû.
Zehra Dogan kî ye?
Di sala 1989ê de hatiye dinê. Li Zanîngeha Dîcleyê, Beşa Dersdêriya Nîgakêşiyê xwend. Ji destpêka avakirina JINHAyê ve(2012) vek nûçegihan û edîtor li wê derê dixebitî. (EMK/AY/FD)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye