Rojnameger Tîmur Soykan û Mûrat Agirel hatin desteserkirin

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê daye destpêkirin de rojnameger Tîmur Soykan û Mûrat Agirel hatin desteserkirin. Di lêpirsînê de rojnameger bi “Gef û Şantajê” tên tohmetbarkirin. Her weha ekîbên polîsan li malên her du rojnamegeran lêgerîn kirin.
Soykan di rojnameya BirGunê de, Agirel jî di Cumhuriyetê de dinivîse û her du rojnameger jî di kanala Youtubeyê Onlar TVyê de nûçeyên girîng ên wekî gendelî, sextekariya pereyan û qaçaxçîtiyê ji raya giştî re radigihînin.
Rojnamegeran herî dawî derbarê operasyona ÎBBê de bi taybetî rapora MASAKê ya têkildarî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê girtî hatibû amade kirin nûçeyên girîng nivîsandin.
Têkildarî desteserkirina rojnamegeran daxuyaniyeke fermî nehat dayîn. Ji HaberTurkê Ceylan Severê ev agahî parve kir:
"Rojnameger Tîmur Soykan û Murat Agirel niha tên desteserkirin. Ez hîn bûm ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ji ber sûcên gef û şantajê biryara desteserkirin û lêgerînê daye. Tê payîn ku wê dozger daxuyaniyê bide."
Rojnamegeran bertek nîşan dan
Rojnameger Bariş Pelivan di Xê de ev tişt parve kir:
Bifikirin: We dozgerî agahdar kiriye ku hûn ê îro biçin edliyeyê îfadeyê bidin. Lê dema hûn hê di xew de ne polîs bi ser mala we de digirin û we desteser dikin.”
Bahadir Ozgur jî bertek nîşanî desteserkirina rojnamegeran da û wiha got:
"Tîmûr û Mûrat di binçavan de ne! Hevalên me yên rojnameger ên ku rûyê rast ê gendeliyê eşkere kirin û bi belgeyan rastî derxistin holê, tevî operasyona Îmamoglû gelek bûyerên din dinivîsîn hatin desteserkirin."
“Ji ber ku Tîmûr û Mûrat rojnameger in. Ji ber ku bi pênûsên xwe li dijî vê fermana neqanûnî derdikevin. Heyf, gelek heyf!”
Ozan Gundogdu jî got:
"Tîmûr Soykan û Mûrat Agirel di operasyona Îmamoglû de weke dilsozê heqîqetê man û du rojnamegerên vî gelî ne û bi belgeyan axivîn. Bi ser mala wan de girtin. Bê guman wê rastî bi ser bikeve, derewkar û zordar wê bibin dîrok."
Çîgdem Tokerê jî wiha bertek nîşan da: “Tîmûr Soykan û Murat Agirel ên ku bi şev û roj gendeltî û bêhiqûqî belge dikirin hatin desteserkirin.
Rojnameger Şule Aydinê jî têkildarî desteserkirinê daxuyanî da û got, "Murat û Tîmûr niha tên desteserkirin. Niha li malên wan lêgerîn tê kirin. Êdî bes e!"
CHP: Rojnamegerî ne sûc e
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Burhanettîn Bulut jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev daxuyanî da.
"Êdî bes e! Rojnameger Tîmur Soykan û Murat Agirel di operasyoneke vê sibê de hatin desteserkirin. Yekane armanca wan kesên ku Tirkiyeyê bi van dîmenên gemar nîşan didin û daraza weke amûr bikar tînin ewe ku dixwazin rojnamevanên ku hikûmetê rexne dikin û çapemeniya azad bitirsînin. Rojnamegerî ne sûc e!”
(EMK/AY)