Rojnameger Selamet Tûran hat girtin
Tûran roja Îniyê hatibû desteserkirin û biribûn Amedê.

Rojnamegerê desteserkirî Selamet Turan bi tohmeta ku "endama rêxistina terore ye" ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wê hat dayîn.
Turan di roja îniya 9ê Sibatê de li Cizîrê Şirnexê di serdegirtina mala xwe de di encama lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de hatibû desteserkirin. Piştre Tûran biribûn Amedê.
Piştî îfadeya wê ya li emniyetê bi dawî bû şandin edliyeyê. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê şand dadgehê.
Dadgehê bi tohmeta ku "endama rêxistina terore ye" biryara girtina Tûranê da.

Rojnameger Selamet Turan hat desteserkirin
9 Sibat 2024
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.