Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hatiye îdiakirin ku rojnameger Olîvîer Dûboîsê fransayî li Afrîkayê revandine. Dûboîsî ji bo rojnameyên Le Point Afrique û Liberationê kar dike.
Hatiye ragihandin ku rojnameger Dûboîsî ji 8ê Nîsanê pê ve wenda ye. Di vîdeoyekî 20 çirkeyî de ku li ser înternetê hatiye belavkirin Dûbosî gotiye ew li Maliyê ji aliyê cîhadîstên El Qaîdeyê ve hatiye revandin.
Dûboîs di vîdeoyê de gotiye ez li bajarê Gaoyê hatime revandin û ji bo serbest bimîne daxwaza alîkariyê ji malbata xwe û rayedarên Fransayê xwestiye.
???????? ALERTE INFO - Olivier #Dubois, journaliste correspondant pour l’hebdomadaire Le Point a été enlevé à #Gao au #Mali, le 8 avril 2021 par AQMI un groupe affilié à Al-Qaïda. Il demande à la #France de faire "tout ce qui est en son pouvoir" pour le libérer. (Le Figaro) pic.twitter.com/XKYHHSe91E
— Mediavenir (@Mediavenir) May 5, 2021
Rojnamegerên Sînornenas(RSF) bang li rayedarên Malî û Fransayê kiriye û gotiye ji bo Olîvîer Dûboîs serbest bimîne çi ji destê tê bikin. Hatiye îdiakirin ku rojnameger Olîvîer Dûboîs komekî îslamîst a biçek revandine.
(HA/AY)