Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Enstîtuya Çapameniyê ya Navnetewî (IPI), Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) û PENa Navnetewî jî tê de 44 saziyên azadiya xweîfadekirinê û rojnamegeriyê ji bo balê bikişînin ser rewşa rojnameger Nedîm Turfentî kampanyayeke hevbeş dane destpêkirin.
Turfent ev hezar û 500 roj in ku girtî ye.
Saziyan banga serbestiya Turfentî kirine û wiha gotine: “Di 21ê Hezîranê de wê bibe hezar û 500 ku Nedîm Turfentî di pişt çar dîwaran de derbas kiriye. Di van hezar û 500 rojande Nedîm Turfent ji azadiya xwe û ji pêkanîna karê xwe yê rojnamegeriyê hatiye astengkirin. Divê Tirkiye van bêdadiyan bidawî bike û Nedîm û rojnamegerên din ên ji ber karên xwe hatine girtin demildest serbest bike.”
Tripathi: Diviya bû ku qet nehata girtin
Salil Tripathi, Serokê Komîteya Nivîskarên Girtî yê PENa Navnetewî di daxuyaniyê de gotiye, “Nedîm Turfent diviya bû di serî de qet nehata girtin lê em îro di nava vê bêdadiya mezin de balê dikişînin ser rewşa wî ya ku di hezar û 500 roj in girtî ye. Gelekî aşkere ye ku Nedîm ji ber weke rojnamegerekî kare xwe dikir û hatiye girtin û divê mê şert û merc û bêyî taloq bibe were berdan.”
Scott Griffen, Alîkarê Dîrektorê IPIyê jî wiha destnîşan kiriye: “Nedîm Turfent bi ‘tohmeta rojnamegeriyê’ hezar û 500 roj in ku di girtîgehê de ye. Di vê pêvajoyê gişî de hate tacîzkirin, hedef hate nîşandan û gefa kuştinê lê hate xwarin û ji azadiya xwe bêpar hate hiştin. Divê Tirkiye vê bêdadiyê bidawî bike û bihêle Nedîm û rojnamegerên din ên ji ber karê rojnamegeriyê hatine girtin, serbest bibin.”
Veysel Ok, Hevdîrektorê MLSAyê û parêzerê Turfentî jî diyar kiriye ku “Nedîm Turfent ji ber nûçeyên zordariya li ser civaka kurdan nivîsandiye û hiştiye ev rewş bê dîtin hatiye desteserkirin û girtin. Bi dehan şahidan di encama çewisandinê de li dijî wî îfade dan. Di dema dadgehkirinêde van şahidan gotin ku wan bi îşkenceyê ev îfade dane lê dadgehê îfadeyên van şahidan ên bi îşkenceyê dane qebûl kir û 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê daye. Diviya bû ku Nedîm ji ber van nûçeyan were xelatkirin lê hezar û 500 ro jin di girtîgehê de ye. Em bang li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dikin ku zûbizû doza Nedîmî binirxîne û biryarê bide ku Tirkiyeyê maf binpê kirine. Em ji hikûmeta Tirkiyeyê jî dixwazin ku bila vê bêdadiyê, bêhiqûqiyê ji holê rake. Çîroka Nedîmî çîroka rojnamegerên kurd ên li Tirkiyeyê ye.”
Saziyên ku îmze avêtine bin metnê kampanyayê ev in:
Enstîtuya Çapemeniyê ya Navnetewî (IPI), Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA), PENa Navnetewî, Article 19, Articolo 21, Navenda Azadiya Çapemeniyê û Medyayê ya Ewropayê (ECPMF), KomeleyaLêkolînên Li Ser Çapemeniyê / Press In Arrest, Danish PEN, DİSK Basın-İş, English PEN, Freedom House, French PEN, Georgia PEN, German PEN, Icelandic PEN, Independent Chinese PEN Centre, Index on Censorship, Kurdish PEN, Lithuanian PEN, Moscow PEN, New Zealand Society of Authors Te Puni Kaituhi o Aotearoa (PEN NZ) Inc, Norwegian PEN, PEN America, PEN Belgium/Flanders, PEN Center for German Language Writers Abroad, PEN Eritrea, PEN Netherlands, PEN Nicaragua, PEN Québec, PEN Suisse Romand, PEN Turkey, PEN Ukraine, Punto24 Komeleya rojnamegeran a Serbixwe (P24), Romanian PEN, San Miguel de Allende PEN, Scottish PEN, South East Europe Media Organisation (SEEMO), St Petersburg PEN, Swedish PEN, Swiss-German PEN, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV), Uganda PEN, Wales PEN Cymru, Komeleya Jiyan Bîr û Azadiyê.
(HA/FD)