Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) derbarê windabûna rojnameger Nazim Babaoglûyî de daxuyaniyek weşand. DFGyê diyar kir ku “Bi kuştin, qetilkirin, windakirin û girtinê dê tu carî rastî winda nebe. Dê tu carî heqîqet di tariyê de nemine.”
Nazim Babaoglû, di rojnameya Ozgur Gundemê de dixebitî. Di 12ê Adara 1994an de hate revandin û ji wê çaxê heta niha aqûbeta wî ne diyar e.
DFGyê di daxuyaniya xwe de behsa pêvajoya windakirina wî kir: “Sibeha 12ê Adara 1994an xebatkarê rojnameyeke herêmî ya Siwêregê û nûnerê Ajansa Anadolu (AA) Murat Yogunlu bi telefonê li Buroya Ozgur Gundemê ya Rihayê digere. Murat Yogunlu ji rayedarên rojnameyê re dibêje ku der barê cerdevanên li Siwêregê de nûçeyek pir girîng heye û divê teqez nûçegihan bişînin. Nazim Babaoglu ji bo şopandina nûçeyê diçe Çapxaneya Îrfan a Sîweregê û bi Murat Yogunlu re hevdîtinê dike. Li gorî gotinên şahidan Nazim Babaoglu dema diçe cihê karê xwe yê bi navê Çapxaneya Îrfan ji aliyê cerdevanên Eşîra Bucak ve bi darê zorê tê derxistin, li wesayîdekê siwar dikin û dibin mala Sedat Bucak. Ji 12ê Adara 1994'an û vir ve tu agahî ji Nazim Babaoglu nayê girtin.
“Nazim Babaoglu, di 19 saliya xwe de di buroya Rihayê ya rojnameya Ozgur Gundemê de dest bi xebatê kir. Nazim Babaoglu weke rojnamevan di sala 1992ande dest bi xebatê kir, di heman demê de rojnameya Ozgur Gundemê dest bi weşanê kir. Di sala 1992an de li dijî xebatkarên rojamaneyê ji ber nûçeyên ku çêdikirin gefên mirinê dihat xwarin. Li Tirkiyeyê buroyên rojnameyan hatin gulebarankirin û rojnameger li kolanan hatin qetilkirin û demek gelek tarî hat jiyîn. Di wê pêvajoyê de di roja 18ê Sibata 1993’an de şefê rojnameya Ozgur Gundem ya Buroya Rihayê Kemal Kiliç û endamê saziya rêveberiyê ya şûbeya Riha ya Weqfa Mafê Mirovan di encama êrîşa bi çek de hatibûn qetilkirin.
Xebatkarên Buroya Ozgur Gundemê ya Rihayê li herêmê der barê sûcê hêzên paramîlîter û cerdevanan de nûçe weşandibûn. Yek ji wan nûçeyan jî der barê çar kesên ji eşîra Bucak ku li Siwêregê bi ser mala mamosteyek erkdar de girtin û êrîşa zayendî li hemberî mamosta û xwişka wê pêkanîn de hatibû weşandin. Piştî ku ev nûçe hat weşandin gef li Nazim hatin xwarin.”
30 sal borîn
“30 sal borîn, lê aqûbeta Nazim nehatiye ronîkirin. Her çend desthilata ku di salên 1990î de rojnameger qetil kirin û winda kirin, xwestin ser rastiyan û heqîqetê bigirin jî, îro bi sedan rojnamegerên ku şopa Naziman berdewam dikin û rastiyan ronî dikin hene. Çawa ku Nazim bi wêrekî ket şopa heqîqpetê, îro şopdarên wî pênûsa wî her zindî dihêlin û rastiyan ronî dikin.
“Em wekî Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) diyar dikin ku rojnamegerî ne sûc e. Bi kuştin, qetilkirin, windakirin û girtinê dê tu carî rastî winda nebe. Dê tu carî heqîqet di tariyê de nemine. Em bang li rayedaran dikin ku demildest aqûbeta Babaoglu ronî bikin û dawî li van polîtîkayan bînin.” (FD)