Rojnameger Mûrat Verîm hat girtin
Rojnmeger Mûrat Verîmê ku cezayê wî hatiye erêkirin, duh hat girtin û birin Girtîgeha Midyadê.

Li Mêrdînê rojnameger Mûrat Verîm ku cezayê wî erê bûye, hat girtin.
Verîm nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bû ku di 29ê Cotmeha 2016an de bi KHKê hat girtin. Li Rêvebiriya Çapemeniyê û Têkiliyên Gel a Şaredariya Kerborana Mêrdînê dixebetî.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Verîm di Çîleya 2023an bi hinceta têbiniyên nûçeyan û tev li daxuyaniyê bûye hatibû girtin. Verim di çarçoveya doza ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Girtîgeha Midyadê ve hatibû vekirin, 16 meh girtî mabû. Di 5ê Nîsana 2016an de hatibû berdan.
Verîm bi boneya ku cezayê lê hatibû birîn hatiye erêkirin, duh hat girtin û ew şandin Girtîgeha Midyadê.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.