Rojnameger Mistefa Mihemmed jiyana xwe ji dest da
Rojnameger Mistefa Mihemmed ku di 13ê Tîrmehê de li Minbicê pê li mayînê kiribû û di encamê de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Ji bo nûçeya Tirkî
Rojnameger Mistefa Mihemmed li nexweşaxaneya ku lê dihat dermankirin îro jiyana xwe ji dest da.
Nûçegihanê Ronahî TVyê Mistefa Mihemmed di 13ê Tîrmehê de dema operasyona Minbicê dişopand pê li mayînê kiribû û di encama teqînê de bi giranî birîndar bûbû.
Rojnameger Mihemmed ku li Nexweşxxaneya Şehîd Xebat ya Qamişloyê dihat dermankirin îro jiyana xwe ji dest da. Nûçegihanê ANHAyê Kendal Cûdî jî di wê teqîna mayînê de bi giranî birîndar bûbû û rewşa wî hê jî giran e.
Derbarê mijarê de Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) daxuyanî da çapemeniyê û bal kişan ser zext û zordariyên li rojnamegeran û ragihand ku ligel hemû astengiyan jî rojnameger bi berdêla canê xwe dîsa karên xwe pêk tînin.
(EA/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.