Rojnameger Meltem Oktay careke din hat girtin
Rojnameger Meltem Oktay careke din hat girtin ku demeke berê li Nisêbînê hatibû desteserkirin û di 2yemîn danişîna li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê de hatibû berdan.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rojnameger Meltem Oktay careke din hat girtin ku di dema qedexeya derketina derve ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de hatibû desteserkirin û di 2yemîn danişînê de ji hêla dadgehê ve hatibû berdan.
Li gorî nûçeya dihaberê Dadgeha Bilind 2 sal û 4 sal cezayê girtîgehê yê ku 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve bi îdiaya “propagandeya rêxistinê” dabû Oktayê erê kir û Oktay di 3ê Nîsanê de li Edirneyê hatibû desteserkirin.
Oktay piştî karên wê yên li emniyetê şandin Girtîgeha Jinan a Gebzeyê.(EA/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.