Rojnameger Mehmet Aslan serbest bûye
Mehmet Aslan, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê ku bi awayekî girtî dihat dadgehkirin, di danişîna yekem de hatiye berdan.

Mehmet Aslan, nûçegîhanê Ajansa Mezopotramyayê hatiye berdan. Aslanî ji 9ê Kanûna Paşiyê ya 2021ê pê ve li Girtîgeha Antalyayê girtî bû.
Îro yekem danişîna doza Mehmet Aslanî li 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatiye. Aslan bi hêceta nûçeyên ku çêkirin dihat darizandin.
Aslan ê ku bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” doz lê hatibû vekirin, bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBÎS) ji girtîgehê beşdarî danişînê bûye. Parêzerên wî jî di danişînê de amade bûne.
Piştî parastinan şandeya dadgehê derbarê Aslan de biryara berdanê daye.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.