Rojnameger Kîbriye Evren hat desteserkirin
Polîsan bi ser mala rojnameger Kîbriye Evrenê de girt û ew desteserkirin. Piştî lêgerîna li mala Evrenê polîsan ew birin Şubeya TEMê Rêvebiriya Emniyeta Kocaeliyê.

Rojnameger Kîbriye Evren, di saetên serê sibê de bi serdegirtina malê de hate desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan di lêgrîna malê de destdanîn ser telefona Evrenê.
Sedema desteserkirina Evrenê heta niha nayê zanîn. Piştî lêgerîna li malê Evrenê polîsan ew birin Şubeya TEMê Rêvebiriya Emniyeta Kocaeliyê.
Her weha derbarê Evrenê de ji bo 24 saetan biryara sînorkirina hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.