Rojnameger Selahattîn Kaygûsûz vê sibehê di serdegirtina mala xwe ya li taxa Kulturê ya Êlihê de hat desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan bi ser mala Kaygûsûz de girtin û lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerîna li nav malê Kaygûsûz desteserkirin.
Di çarçoveya beyanên Umît Akbiyik de derbarê Kaygûsûz de biryara desteser kirinê hatiye derxistin.
Dîyar bûye ku Kaygûsûz birine Fermandariya Leşkeriyê ya Êlihê.
(AY)