Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Amedê de rojnameger Kadîr Bayramî di dema şopandina nûçeyê de li Semsûrê hatiye desteserkirin.
Bayram birine Midûriyeta Polîsan a Sesmûrê. Tê çaverêkirin ku wê Bayramî ji Semsûrê bibin Amedê.
Bixwîne-Şanoger jî desteserkirine: "Hûn nikarin hunerê bêdeng bikin"
Bixwîne- Çar rojnameger hatine girtin
4 rojnameger girtine, 7 jî desteserkirî ne
Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsînnameyek dabû destpêkirin û di encama vê lêpirsînê de Dadweriya Aştî û Cezayî ya 3yem a Amedê ji bo 216 kesan biryara desteserkirinê dabû. Di encama vê biryarê de 128 kes hatibûn desteserkirin. Di nava wan de 10 rojnameger û medyakar jî hebûn.
Ji 10 rojnamegerên ku di 25ê Nîsanê de hatibûn desteserkirin, Abdûrrahman Gok, Bêrîtan Canozer, Mehmet Şah Orûç û Remzî Akkaya hatine girtin.
Duh êvarê di çarçoveya heman lêpirsînê de rojnameger Kadir Bayramî jî hatiye desteserkirin.
Bi desteserkirina Bayramî re hejmara rojnamegerên di çarçoveya lêpirsînê de hatine desteserkirin derketiye 7an.
Rojnamegerên ku niha desteserkirî ne ev in:
Ahmet Kanbal, Osman Akîn, Kadrî Esen, Mehmet Yalçin, Mikail Barut, Salîh Keleş û Kadîr Bayram.
(NT/AY)